Li Cobînê Atolyeya Ziman Hat Dar Xistin
Li Cobînê Atolyeya Ziman Hat Dar Xistin
Tarih : 26-05-2025 41 defa incelendi

Midûriyeta Çandê a Şaredarîya me û Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li gundê Cobînê ya  navçeya Xana Axparê ya Amedê bi tevlîbûna jin û zarokan bernameyek li dar xist.

Di bernameya ku alfabeya kurdî hate hînkirin de nêzî 250 zarok beşdar bûn, stranên kurdî hatin gotin û çalakiyên rengdayînê hatin lidarxistin. Zarokan li gel malbatên xwe bi kêf û şahî govend gerandin. 

 Piştî bernameyê bi jinan re civînek hate lidarxistin. Di civînê de bal hat kişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê û tedbîrên divê li hemberî wan bên girtin hatin vegotin. Di dawiyê de Şaredariya Xana Axparê û MED-DER’ê pirtûkên kurdî pêşkêşî zarokan kirin.